Bi unîformayên fermî êrîsê ser gundiyan kirin: 60 kustî
PeyamaKurd – Li başûrê Bûrkina Fasoyê li navça Ouahigouya li gundê Karma roja pêncşema borî kesên ku cilên leşkeran li xwe kiribûn, êrîşê ser sîvîlan kirin. Li gor kesên bûyerê dîtine, kesên bi kamyonet û motorsîkletan avêtine ser gund ji 100 kesî zêdetir bûne.
Li gor ragihandina serdozgerê dadgeha bilind yê Ouahigouyayê Lamine Kabore; li ser bûyerê daxwuyanî daye û gotiye li dora 60 kesî hatine kuştin û birîndaran birine nexweşxaneyan. Heya niha kes bûyerê negirtiya terefê xwe lê li herêmê DEAŞ di geşayiya xebatên xwe de ye.
Li bajarokê Ouahigouya di 16 ê nîsanê de car din êrîşekî weha çêbû bû û di êrîşê de 40 kes miribûn û 33 kes birîndar bûbûn. Li welatê Bûrkîna Faso ji sala 2015an heya niha rêxistinên bi ser El Qaîde û DEAŞê êrîşan dikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin