Bi vekisîna Amerîka û hatina Talîbanê re Cîgirê Usame Bîn Ladîn vegeriya Afganistanê
PeyamaKurd – Piştî ku Talîbanê kontrola Afganistanê xist destê xwe û Amerîkayê jî vekişîna xwe temam kir, tê ragihandin ku kesê herî nêzîkî Serokê El Qaîdeyê Usame Bin Ladîn ê ji aliyê Amerîkayê ve hatibû kuştin, Emîn El Heq vegeriyaye Afganistanê.
Li gorî vîdeoyeke li ser medya civakî hatiye belavkirin, tê gotin dîmenên vegera Amîn El Heq ên vegera Afganistanê ne. Li gor agahiyên hatine belavkirin, Emîn el-Heq cîgirê Usame Bin Ladîn bo karûbarê ewlehiyê bû.
Rojnemevanê Afganî Bîlal Sarwary, di parvekirina xwe ya ser vîdeoyê de dibêje, vîdeo roja duşemê li bajarê Nangarharê yê Afganistanê hatiye tomarkirin.
Bîlal Sarwary dide zanîn, “Emîn el Heq salên 80yî nêzîkî Usame Bin Ladîn bû. Emîn el Heq, berî 20 salan piştî êrîşên 11ê Îlonê ku Amerîkayê ligel Hêzên Hevpayman Afganistan dagir kir ji Tora Borayê reviyabû. Herêma Tora Bora ku Bin Ladîn xwe lê vedişart hatibû bombebarankirin. Piştî sala 2001ê Kabul hat kontrolkirin. El Qaîde, ji bo herêma Tora Bora û Wezîrîstana Pakîstanê vekişiyabû.”
Di civînên sala borî yên li Doha ya paytexta Qeterê de ji rêvebirên Talîbanê re hatibû gotin ku ger hûn dixwazin civaka navneteweyî we nas bike divê hûn xwe bi temamî ji El Qaîdeyê dûr bixin.
Neteweyên Yekbûyî jî demek berê di raporekê de behsa têkiliyên Talîban û El Qaîdeyê yên bi rêya eşîrî û zewacê kiribû. Li gor raporê li herêma Kunar a Afganistanê 200 heta 500 endamên El Qaîdeyê hene ku xeterî heye ev hejmar zêde jî bibe.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin