Biden bi heyeta xwe re li ser êrîsa Urdinê civiya

30 January 2024 01:36 0 dîtin
Biden bi heyeta xwe re li ser êrîsa Urdinê civiya

PeyamaKurd – Serokê Amerîkayê Joe Biden bi konseya ewlehiyê ya Amerîkayê re li ser êrîşa Urdinê civiyan. Di civînê de behsa hûrahiya bûyerê û berpirsiyariya wê kirin. Li gor ragihandina Koşka Sipî; li ser bûyerê ku tê de 3 leşkerên Amerîkayê hatin kuştin axifîne. Biden weha got:

“Îro, tîma min ya ewlehiyê di derbarê êrîşa ser leşkerên me yên Urdinê agahiyan dan min. Weka berê min çawa got; di wexta ku em bixwazin û bi şeklê ku em bixwazin, em ê ji berpirsan hesab bipirsin.”

Di civînê de şêwirmendê ewlehiya netewî yê Amerîkayê Jake Sullivan, wezîrê bergiriyê Lloyd Austin, rêvebirê îstîxbaratê Avril Haines, sekreterê giştî yê Koşka Sipî Jeff Zients, cîgira şêwirmendê netewî Jonathan Finer, şêwirmenda karên hundir Liz Sherwood Randall endamê konseyê yê Rojhilata Navîn berpirs û koordînatrorê bakûrê Afrîkayê Brett McGurk hebûn.