Biden: Em bi temamî pistgirîya endametîya Swêdê ya NATOyê dikin

06 July 2023 11:02 0 dîtin
Biden: Em bi temamî pistgirîya endametîya Swêdê ya NATOyê dikin

PeyamaKurd Serokê Amerîkayê Joe Biden got welatê wî bi temamî piştgirîya endametîya Swêdê di NATO de dike.

Beriya Lûtkeya NATO ya ku hefteya bê li Vilniusê bê lidarxistin, Biden li Qesra Spî mazûvaniya Serokwezîrê Swêdê Ulf Kristersson ku endamtiya wî ya di îtîfaqê de ye, kir.

Biden anî ziman ku Swêd "hevkareke jêhatî" ye û got, ew ji bo pêşdebirina pêwendiyan dixebitin.

Biden bi bîr xist, Civîna Bilind a NATOyê hefteya bê tê lidarxistin, destnîşan kir, Amerîka bi tevahî piştgiriya endambûna Swêdê ya NATOyê dike.

"Em li bendê ne"

Biden destnîşan kir, Swêd wê hevalbendiya NATOyê bihêztir bike, Biden diyar kir, ew li hêviya endamtiya Swêdê ya NATOyê ne.

Biden da zanîn, di mijarên wekî krîza avhewayê, parastina Hînd-Pasîfîkeke azad û vekirî û piştgiriya ku ji Ukraynayê re tê dayîn de bi Swêdê re tevdigerin.

Kristersson spasiya Biden kir ji bo piştgiriya wî ya ji bo endamtiya welatê wî di NATO de û got, ew difikirin ku welatê wî dikare beşdarî hevpeymaniyê bibe.

Kristersson destnîşan kir, gelek nirxên hevpar yên Swêd û Amerîka hene. Herwiha desteka ji Ukraynayê re tê dayîn jî anî ziman û ji ber tevkariya wî ya ji bo yekîtiya transatlantîkê spasiya Biden kir.