Biden ji namzediya Serokatiyê ya DYAyê vekisiya

21 July 2024 21:25 0 dîtin
Biden ji namzediya Serokatiyê ya DYAyê vekisiya

PeyamaKurd - Serokê DYAyê Joe Biden ku yek ji du namzedên Serokatiya DYAyê ye ji namzediya serokatiyê vekişiya.

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) û namzedê serokatiyê yê Partiya Demokrat Joe Biden, piştî gellek zextên vekişînê ber xwe neda û ragihand ku ji namzediya serokatiyê vekişiya ye.

Biden, bi weşandina nameyekê ya li ser hesabê xwe yê medyaya civakî ragihand ku wî namzediya xwe vekişandiye.

Biden ji bo namzediyê Kamala Harrisê nîşan da 

Joe Biden di nameya xwe deragihand ku ew ê ji bo namzediya serokatiyê piştgiriyê bide cîgira xwe Kamala Harris.

Biden di nameya xwe de diyar kir ku biryara ku wî 4 meh beriya hilbijartinê daye "ji bo başiya partî û welatê wî ye."

Biden ji ber performansa wî ya xirab di nîqaşa televîzyonê de bi hevrikê xwe yê Komarparêz Donald Trump re di dawiya Pûşperê de di bin zextek tund a Demokratan de bû ku vekişe.

Biden di nameya xwe de diyar kir ku serokatî rûmeta herî mezin a jiyana wî bûye û got: "Her çend mebesta min ew be ku ez careke din bême hilbijartin jî, ez fikirîm ku ji bo berjewendiya partiya min û welatê min, ji namzediyê vekişim û li ser erka xwe ya serokatiyê ku niha didomînim hûr bibim wê hin baştir be.”