Bilinken: Mirina Sînwar ji Hemasê re derfeta îmzekirina peymana agirbestê çêkir
PeyamaKurd – Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antoy Blinken, di serdana xwe ya Qeterê de, ragihand ku wê Amerîka bi nirxê 135 milyon dolaran alîkariyê bide filîstîniyên li Şerîda Xeze û Şerîaya Rojava.
Blinken, di çarçoveya geşta xwe ya Rojhilata Navîn de, serdana paytexta Qeter Dohayê kir û ji aliyê Wezîrê Derve yê Qeterê Muhammed bin Abdulrahman Al Thanî ve hate pêşwazîkirin.
Blinken di hevdîtinê de, banga agirbestê bo Şerîda Xezeyê kir û da zanîn, dê şandên wan ji bo pêşxistina agirbestê û gavên bên avêtin rojên pêş lihev bicivin.
Herwiha Blinken got, Amerîka hewl dide dîlên îsraîlî vegerin malên xwe û dawî li şer û êşên filîstîniyan jî were.
Wezîrê Amerîkî, ji bo Hemasê jî diyar kir ku êdî Yehya Sînwar tune ye û derfeta Hemasê çêbûye peymaneke ji agirbestê re bibe bingeh îmze bike.
Blinken diyar kir ku ji 7ê Cotmeha 2023yan ve alîkariyên Amerîkayê bo Filîstîniyan gihîştiye 1,2 milyar dolaran û ew dê bi nirxê 135 milyon dolaran alîkariyeke din bidin filîstîniyan.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin