Bingeha cotrêya Sipîlik – Xilêfan bi amadebûna Serokwezîr tê danîn

15 September 2022 13:06 0 dîtin
Bingeha cotrêya Sipîlik – Xilêfan bi amadebûna Serokwezîr tê danîn

PeyamaKurd – Bingeha cotrêya Sipîlik – Xilêfan, bi amadebûna Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ve tê danîn.

Li gor zanyariyan, îro Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barza kevirê binyatê yê cotrêya Sipîlik – Xilêfan li Îdareya Serbixwe ya Soranê datîne.

Hêjayî gotinê ye, cibicîkirina vê projeyê, çûnûhatina di navbera Îdareya Serbixwe ya Soran û navçeyên din asantir dike û wê roleka wê ya ji bo kêwwmkirina qerebalixiyê û bûyerên çûnûhatinê hebe.

Riya Sipîlik – Xelîfan beşek ji riya sereke ya Hewlêr – Soran e ku Hewlêr bi deriyê sînorî ya Hacî Omeran ve girê dide û ji bilî asankariya di çûnûhatina welatiyan de, ev rê ji bo tevgera bazirganiyê ya di navbera Herêma Kurdistanê û Komara Îslamî ya Îranî de dê roleke wê ya girîng hebe.