Birîmo: Ji roja yekem heta îro deriyê Sêmalka oksîjena me ye

10 July 2021 12:29 0 dîtin
Birîmo: Ji roja yekem heta îro deriyê Sêmalka oksîjena me ye

PeyamaKurd - Endamê Serkirdetiya Partiya Demokrat a Kurdistanê – Sûriye (PSK-S) Nûrî Birîmo diyar kir, ew pîrozbahiya kabîneya nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê dike ji ber ku li hember gelek krîzan Serokwezîr Mesrûr Barzanî, bi awayekî birêkûpêk krîz birêve bir û da zanîn: “Ji roja yekem heta îro deriyê Sêmalka oksîjena me ye, rojek ew derî were girtin, oksîjen li ser Rojavayê Kurdistanê namîne.”

Nûrî Birîmo ji K24ê re destnîşan kir, ew pîrozbahiya kabîneya nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê dike ji ber ku li hember gelek krîzan ên weke birîna mûçeyan ji aliyê Bexdayê ve û vîrusa Koronayê û gelek kêşeyên din, Serokwezîr Mesrûr Barzanî bi awayekî birêkûpêk birêve bir û reform pêk anî.

Birîmo eşkere kir, Başûrê Kurdistanê ji bo Rojavayê Kurdistanê bûye cihê penagehê û got: “Em ji ber Be'sê reviyan hatin Herêma Kurdistanê, deriyê Pêşxaburê, deriyê Sêmalka ji bo me ji roja krîza DAIŞ hate Serê Kaniyê, hate Kobanî, Tirkiye çûye Efrînê, ji roja yekem heta îro deriyê Sêmalka oksîjena me ye, rojek ew derî were girtin, oksîjen li ser Rojavayê Kurdistanê namîne.”

Nûrî Birîmo diyar kir: “Bi taybetî di van sê salên dawî de ku cenabê Mesrûr Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, tiştek heye ku ez dixwazim eşkere bikim, Neteweyên Yekbûyî li ser penaberên Sûriyê her tişt qut kiriye, penaber her dem divê berê xwe bide Neteweyên Yekbûyî, em weke nûnertiya ENKS çend roj berê çûn serdana Neteweyên Yekbûyî, me got 'we xwe kerr kiriye, hikûmeta Herêmê mûçeyên mamosteyên me dide, hikûmeta Herêmê alîkariyan dide, Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî alîkariyan dide, hûn çi dikin?”