Blinken bo hevbesiya li dijî DAISê pesnê Pêsmerge û HSD dide

24 March 2021 10:29 0 dîtin
Blinken bo hevbesiya li dijî DAISê pesnê Pêsmerge û HSD dide

PeyamaKurd – Di çarçoveya 2yemîn salvegera têkbirina DAIŞê de, Wezîrê Karûbarên Derve yê Amerîkayê Antony Blinken diyar kir û got; tevahiya deverên ku ji aliyê DAIŞê ve hatibûn dagirkirin, ji aliyê hêzên Hevpeymaniya Navdewletî, hêzên Pêşmerge, Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) û Artêşa Iraqê ve hatin paqijkirin.

Antony Blinken ji ber hevbeşiya li dijî DAIŞê, pesnê hêzên Pêşmerge û Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) da û destnîşan kir, li dijî paşmayiyên DAIŞê, dê ligel van hevparên xwe xebata xwe bidomînin.

Blinken eşkere kir: “Berpirsên sereke yên vê rêxistina terorê, hatin jinavbirin û em lêgerîna berpirsên mayî yên vê rêxistinê jî didomînin, da ku rê li ber serîhildanê were girtin û werin darizandin.”

Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken herwiha diyar kir, piştî şerê dijî DAIŞê, nêzîkî 8 milyon kes vegeriyan cih û warên xwe û Hevpeymaniya Navdewletî ji bo aramî û ji nû ve avakirina herêmê, piştgiriya xwe didomîne.