Blînken: Em bi Hakan Fîdan re li ser astiya mayînde ya Rojhilata Navîn axivîn
PeyamaKurd – Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Blînken, piştî hevdîtina ligel hempîşeyê xwe yê Tirk Hakan Fîdan, li Balafirgeha Esenboga ya Enqereyê ji rojnamevanan re axivî.
Blînken ragihand ku ji bo azadkirina dîlên di destê Hemasê de, wê roleke girîng a welatên din hebe û li ser hevdîtina ligel Hakan Fîdan got: "Em li ser aştiya mayînde ya Rojhilata Navîn axivîn.”
Wezîrê Amerîkî diyar kir ku ji bo kêmkirina windayên li Xezeyê ew danûstandinan dikin û gavên bo alîkariyên mezin jî hatine avêtin ku dê rojên pêş bên dîtin.
Blînken da zanîn,"Belav nebûna şer li herêmê serkeftineke mezin e” destnîşan kir ku ew niha herî zêde bala xwe didin ser azadkirina rehîneyên di destê Hemasê de ku welatên din jî dikarin bibin alîkar.
Blînken li ser mijara endamtiya NATO ya Swêdê ku çûye ber Parlamentoya Tirkiyeyê jî got: “Difikirim ku dê Swêd bibe endama NATOyê. Tirkiye jî wisa difikire.”
Çavkaniyeke dîplomatîk jî derbarê hevdîtinê de gotiye, herdu aliyan li ser gihandina alîkariyên mirovê bo Xezeyê û xebata li ser çareseriya du dewletî li hev kiriye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin