Bokan | Rejîma Îranê bav û kurekî kurd bi êskenceyê desteser kir

03 December 2024 16:00 0 dîtin
Bokan | Rejîma Îranê bav û kurekî kurd bi êskenceyê desteser kir

PeyamaKurd – Ebdulah Qûlîzade û kurê wî yê bi navê Hêmin Qûlîzade, kurdên xelkê bajarê Bokanê ji aliyê hêzên Îtilaata Pasdaran a Rejîma Îranê ve bi êşkenceyê hatine desteserkirin.

Nûçeyeke ku gihaye Saziya Mafê Mirov a Hengawê, radigihîne ku roja şemiyê 30.11.2024an, 2 endamên malbatekê yên bi navên “Ebdulah Qûlîzade û Hêmin Qûlîzade” li mala xwe ya li bajarê Bokanê hatine desteserkirin.

Li gorî gotina çavkaniyeke agahdar a ku Hengawê xwe gihandiyê; hêzên Îtilaata Sipaha Pasdaran dema desteserkirina vî bav û kurî de, li mala wan lêgerîn pêk anîne û dest danîne ser hin kelûpelên wan ên şexsî.

Hengaw hatiye agehdarkirin ku Ebdulah Qûlîzade û kurê wî piştî desteserkirinê bo yek ji girtîgehên Îtilaata Sipahî ya li binkeya leşkerî ya “El-Mehdî” a li bajarê Ûrmiyeyê hatine neqilkirin.

Heta niha jî derbarê sedemên desteserkirin û tohmetên ku li dijî van 2 kurdan de tên sepandin, tu agahî nehatine bidestxistin.