Borrell: Egera zêdebûna tengijîna Rojhelata Navîn heye
PeyamaKurd - Nûnerê Bilind ê Polîtîkayên Derve û Ewlehiyê yê Yekîtiya Ewropayê (YE) Josep Borrell li ser egera ku li Rojhilata Navîn tengijîn zêde bibe û veguhere şerekî herêmî hişyarî da.
Nûnerê YEyê Borrell di daxuyaniya xwe ya li ser hesabê xwe yê medyaya civakî ya Xê de balê kêşa ser hêrişên Îsraîlê yên li dijî Hemasê û domand: "Duh, yek ji rojên herî dijwar ên ji 7ê Cotmehê vir ve bû. Çimku hate ragihandin ku duh li Xezzeyê herî kêm 100 Filistînî mirine."
Borrell li hember metirsiya zêdebûna tengijînê ya li herêmê hişyarî da û bi van gotinan balê kêşa ser şerê Xezzeyê:
"Metirsiya şerekî mezin û berfireh ku Hîzbullah jî beşdar bibe rast e. Ger pevçûn li Lubnanê belav bibe, wê bandorek mezin û xeternak li herêmê û derveyî herêmê bike."
Borrell diyar kir ku li Xêza Rojava ya dagirkirî qeyraneke mezin a aborî nêzîk dibe û got: "Tundî zêde dibe û tevî biryarên Dîwana Dadê ya Navneteweyî û Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) jî, di gihandin û belavkirina alîkariyên mirovî yên ji bo Xezzeyê de tu pêşketin çênebûye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin