Brîtanya: Êrîsa Kormorê gef e li ser aramiya Iraqê
PeyamaKurd – Konsulxaneya Giştî ya Brîtanyayê ya li Hewlêrê, êrîşa bi droneyan a li ser zeviya gazê ya Kormorê bi tundî şermezar kir û bang li rayedaran kir ku berpirsiyaran derxin pêşberî dadgehê.
Di daxuyaniya fermî de hate destnîşankirin ku hedefgirtina binesaziyên bingehîn, gefeke cidî ye li ser ewlehiya welatî û aramiya Iraqê. Konsulxaneyê peyama piştevaniyê da û got:
Brîtanya li kêleka hevbeşên xwe yên Iraqî ye û piştgiriyê dide hewldanên parastina binesaziyê."
Brîtanyayê ji hikûmeta Iraqê xwest ku kesên ev êrîş pêk anîne, demildest werin dîtin û cezakirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin