Brîtanya: Rûsya hewl dide ciwanên welatên cîran biçek bike
PeyamaKurd – Wezareta Berevaniya Brîtanyayê ragihand ku Rûsya ji bo li Ukraynayê bide şerkirin, kampanyaya biçekirina ciwanên welatên cîran daye destpêkirin.
Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku Rûsyayê reklamên vê kampanyayê li ser medya civakî dane destpêkirin û hewl dide ciwanên welatên Kazaxistan û Ermenistanê bçik bike û dayîna 5 hezar û 140 dolaran ango 495 hezar rubleyan bo wan pêşniyar dike.
Wezareta Brîtanî daye zanîn ku Rûsyayê ji bo çekdarkirdina koçberên ji asyaya navîn hatine Rûsya re jî pêwendî daniye û bi vê mebesta çekdarkirinê jî prosesa hemwelatîbûna wan daye destpêkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin