Brîtanyayê pakêta herî mezin a sizayên ser Rûsyayê ragihand
PeyamaKurd – Wezareta Derve ya Brîtanyayê, pakêta herî mezin a sizayên ser Rûsyayê eşkere kir.
Di pakêta dorpêçan da 67 kesayet, sazî û 40 keştiyên rûsî cî digrin.
Brîtanyayê pakêta dorpêçên ser Rûsyayê di sêyemîn salvegera êrîşên dagirkirina Ukraynayê yên artêşa Rûsî de ragihand ku bêhtir lojîstîka leşkerî û bazirganiya petrolê li xwe digre.
Hate diyarkirin ku cezayên hatine sepandin di nav 6 mehan de zêdetirî 5 milyar dolar bazirganiya petrolê û 40 keştiyan tevî 67 kesayetan vedihewîne.
Wezîrê Derve yê Brîtanyayê David Lammy, da zanîn ku pakêta cezayan pabendbûn û piştevaniya bo Ukraynayê nîşan dide û dê bi vî awayî Ukrayna bihêztir bibe û aştiya mayînde jî tenê bi vî awayî dikare pêk were.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin