Brîtanyayê, li ser derxistina gaza zinaran biryarek da
PeyamaKurd- Li Parlamentoya Brîtanyayê pêşniyaza dewamkirina derxistina gaza zinaran ku ji bo qeyrana enerjiyê bibe çareserî, hat dengdayîn. Hat ragihandin ku biryar bi rêjeyeke zêde ya dengan hatiye erêkirin.
Li ser pêşniyaza berdewamkirina derxistina gaza zinaran a ku pêşkêşî parlamentoya Brîtanyayê hat kirin, hat ragihandin ku bi rêya dengdayînê biryar hatiye erêkirin. Li gorî agahiyên hatin parvekirin, 326 parlamenteran erê kiriye û 230 parlamenteran jî dengên ‘Naxêr’ bi kar hanîne.
Hat diyarkirin ku ev biryar dê ji bo hikûmeta Liz Truss bibe wekî dengê ewlehiyê û dê ji bo bidestxistina demê ya ji bo hikûmetê bibe gaveke erênî.
Hikûmeta Brîtanyayê, qedexeya derxistina gaza zinaran a sala 2019an, meha borî rakiribû. Partiya Karkeran a opozîsyonê jî li hember derxistina gazê derketibû û amaje kiribû ku lêçûnên derxistina vê gazê, ji lêçûna çavkaniyên enerjiya ku xwe nû dike, zêdetir e.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin