Çapemeniya Yûnanîstanê: "Amerîka dikare li Rojhilata Deryaya Spî bibe navbeynkar"

04 January 2023 11:29 0 dîtin
Çapemeniya Yûnanîstanê: "Amerîka dikare li Rojhilata Deryaya Spî bibe navbeynkar"

PeyamaKurd Di dema ku rageşî û daxuyaniyên hevpar ên Atîna û Enqereyê yên li Rojhilatê Deryaya Spî û Egeyê dewam dikin de, di analîza rojnameya To Vima ya Yûnanîstanê da hat îdiakirin, Amerîka amade ye ji bo diyarkirina herêmên dadrêsiya deryayî yên li Rojhilatê Derya Spî wekî navbeynkar tevbigere.

Di analîza ku di rojnameyê de hat weşandin û li ser çavkaniyên Amerîkî yên ku navên wan nehate zanîn de hat destnîşankirin, lêkolînên erdhejê yên li başûrê rojavayê Girîtê dibe ku bibe katalîzatorek ji bo geşedanên nû yên li herêmê.

Ji bo misogerkirina bikaranîna çavkaniyên enerjiyê li herêmê ji aliyê Amerîkayê ve , di analîzê de hat destnîşankirin, ew amade ye ku hin însiyatîfan bigire, di nav wan de navbeynkariya ji bo diyarkirina herêmên dadrêsiya deryayî yên li Rojhilatê Deryaya Spî, di navbera Yûnanîstan, Tirkiye û beşa Yunanî ya Qibrisê de jî heye.

Herwiha li gorî rojnameya ku analîz belav kiriye, hate îdiakirin Şêwirmendê Enerjiyê yê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê Amos Hochstein ku di peymana Lubnan û Îsraîlê de roleke girîng lîstiye dikare bibe navbeynkar.