Çavusoglu bi Hekîm re civiya: Erdogan dawiya salê diçe Iraqê
PeyamaKurd - Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu di serdana xwe ya Iraqê de yekem hevdîtina xwe bi Wezîrê Derve yê Iraqê Mihemed Hekîm re pêkanî.
Wezîrê Derve yê Iraqê Mihemed Hekîm li avahiya wezareta derve bi şendeke bilind ligel Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu civiya.
Hat zanîn Çavuşoglu ligel berpirsên Iraqê çawaniya dana 5 milyar dolar ji bo avakirina Iraqê û rûbirûbûna PKKê û çend babetên peywendîdar ên weke av û peywendiyên bazirganî gotûbêj kir.
#Irak’ın imarına taahhüt edilen 5 milyar doları DEAŞ’ın yıkıma uğrattığı bölgelerdeki stratejik altyapı projelerinde kullanacağız.
— Mevlüt Çavuşoğlu (@MevlutCavusoglu) 28 Nisan 2019
Will use $5 billion pledged for the reconstruction of #Iraq in strategic infrastructure projects in areas destroyed by DEASH. @maalhakim @Iraqimofa pic.twitter.com/93Y0H5csc0
Piştî civînê di civîna hevbeş a rojnamevaniyê de Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu ragihand, pirsên herêmî yên navçeyê, wekî Îran, rewşa Sûriyê, Yemen û Lîbyayê hatine gotûbêjkirin û tekezî li ser bihêzkirina pêwendiyên siyasî, emnî, aborî û bazirganî kirine.
Mevlut Çavuşoglu wiha axivî: “Îro me behsa tevahiya warên peywendiyên dualî yên di navbera xwe de kir. Em dê ji bo pêşxistina wan peywendiyan bi hevre kar bikin. Em dixwazin Iraq bibe pira peywendiyê di navbera Ewropa û welatên Kendavê de hem di warê veguhestin û hem jî di warê bazirganiyê de, bo wê yekê pêwîst e em diriyeke din ê veguhestinê di navbera herdu welatan de vekin û herwiha kar bikin bo avakirina hêla hesin û rêyên hişkaniyê. Tirkiye dê beşdariyeke çalak bike di avadankirina Iraqê de.”
Çavuşoglu da zanîn ku ew konsulxaneyên xwe li Mûsil û Besrayê vedikin û wiha pê de çû:
“Ji bilî wan em dixwazin li Necef û Kerkûkê jî konsulxaneyên xwe vekin ku bo parêzgeha Necefê mohlet hatiye dan û em hêvî dikin mohlet bo Kerkûkê jî bê dayîn ku ew yek dibe sedema bihêzkirina peywendiyên dualî.
‘PÊWÎSTE LI HEMBERÎ PKKÊ EM BI HEV RE KAR BIKIN’
Di beşeke din axaftina xwe de Wezîrê Derve yê Tirkiyê got: “Pêwîste em li hemberî rêxistinên terorê haydar bin û bo wê yekê hevkariya navbera welatên cîran de giring e û em amade ne ku li dijî PKK jî bi hevre kar bikin û Iraqê ji tevahiya rêxistinên terorê paqij bikin.
ERDOGAN DAWIYA SALÊ DIÇE BEXDAYÊ
Çavuşoglu ragihand ku Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan dê ber bi dawiya salê bo 4emîn Civîna Konseya Tevkariya Stratejîk a Payebilind serdana Iraqê bike.
‘NABE PKK JI SER SÎNORÊN IRAQÊ ÊRÎŞ BIKE’
Wezîrê Derve yê Iraqê Mihemed Hekîm jî da zanîn, ku di civînê de red kirine sînorê Iraqê bo êrîşa li ser Tirkiyê bê kirin.
Mihemed Hekîm got: “Ev serdan beşeke ji zincîre serdanan bo pevguhehrtina nerînan û berdewamiya pêwendiyên dualî di navbera herdu aliyan de li ser asta bilind bo piştgîrîkirina pêwendiyan siyasî, civakî û aborî, emnî û zêdekirina qebareya pevguhertina bazirganî, veberhênan û geştiyarî û vîzayê ye.
Herwiha me behsa pirsên herêmî li kir. Ev gutûbêj bo herdu aliyan sûdmend e. Tekezî li ser qebareya pevguhertina bazirganiyê û serdanên herdu aliyan li ser asta bilind hate kirin. Me bi hurgilî pirsên girîng bo Tirkiyê û Iraqê gotûbêj kirin. Di nav de jî şerê li dijî grûpên terorê û li ser sînorê Iraq û Tirkiyê.”
PIRSA AVÊ JÎ HAT GOTÛBÊJKIRIN
Wezîr Derve yê Tirkiyê da zanîn: “Armanca sereke ya Tirkiyê û Iraqê tunekirina terorê ye ku gefê li ser ewlehî û selemetiya herdu welatan çêdike. Herwiha bi hurgirlî me behsa avakirina navçeyên rizgarkirî kir, koçberên Iraqê vegerin gund û bajarên xwe. Me pêşwaziya pêşniyara Serokomarê Tirkiyê kiriye, ku şandeyekî bişîne Iraqê daku pirsa avê ligel aliyê Iraqê gutûbêj bikin.”
AVADANKIRINA IRAQÊ Û XURTKIRINA TÊKILIYÊN ABORÎ
Çavuşoglu got, “Di heman demê de me behsa lidarxistina civîna komîteya aborî ya hevbeş kiriye û piştgîriya kompaniyên Tirkiyê bêne kirin, daku beşdarî veberhênan û avakirinê bibin û asankarî bo miameleyên welatiyên Iraqê derbarê vîzayê de li ser deriyên sînorî û balafirxaneyan bê kirin.”
Tê çaverêkirin Çavuşoglu bi Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî re jî bicive û piştre bi hejmarek parlementerên Tirkman ên parlemena Iraqê re bicive.
Çavuşoglu îşev serdana parêzgeha Besre li başûrê Iraqê dike û beşdarî merasîma vekirina konsulxaneya Tirkiyê ya wê parêzgehê dibe.
Çavuşoglu sibe jî derbasî herêma Kurdistanê dibe.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin