Çavusoglu, erka xwe radestî Hakan Fîdan kir
PeyamaKurd- Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê yê berê Mevlud Çavuşoglu, erka wezîrtiyê radestî Hakan Fîdan kir.
Mevlut Çavuşoglu, di merasîma radestkirina peywira wezaretê de got, "Wezareta Karên Derve ya Tirkiyeyê, kêliyekê jî dudil nebû. Ez jî beşdarî vê pêşbirkê bûm. Wekî Wezîrê Karên Derve ev pêşbazî bû nesîbê min. Dîplomasî, parçeyekî bingehîn ê nasnameya me ye. Ez spasiyên xwe pêşkêşî hemû hevkarên me dikim.
Niha dora me ye ku em alayê radestî Hakan Fîdan bikin. Ez ê her dem di bin fermana wezaret û wezîrê me de bim. Helbet me di vê pêvajoyê de xeletî kirine, kesên ku me ew xemgîn kirine çêbûbin, bila qisûra me efû bikin.”
Hakan Fîdan ê ku ev peywir girt jî axivî û got ku "Ez spasiyên xwe pêşkêşî Serokomarê me dikim ku piştî 13 salên li MÎTê, ez ji bo Wezareta Karên Derve erkdar kirim. Ji ber baweriya ku ji bom in hatiye dayîn, ez spasiyên xwe pêşkêş dikim. Ez ji bo tevlîbûna navbera we ya sala 100emîn a Komara me de serbilind im. Ji bo yekparçeyiya dewleta xwe, çi ji destê min bê ez ê bikim. Bila ji bo welatê me bi xêr be, Xweda me şermezar neke."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin