Çavusoglu û Sekreterê Gistî yê Neteweyên Yekbûyî civiyan
PeyamaKurd – Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu û Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres civiyan û di civînê de pêşhatên dawî yên li Sûriyê û Lîbyayê gotûbêj kirin.
Li gor zanyariyan, Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu do Sêşembê 22ê Mijdara 2022ê li Mexrîbê bi Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres re civiya.
Herwiha Çavuşoglu piştî civînê li ser hesabê xwe yê twitterê da zanîn, wan di civînê de li ser rêkeftina Stenbolê ya derbarê zad de gotûbêj kirine.
Bi gotina Çavuşoglu, wî û Guterres di civînê de herwiha pêşhatên dawî yên li Sûriye, Lîbya û Ukraynayê û herwiha pêşhatên li navçeyê gotûbêj kirine.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin