Cejna Newrozê li Koska Spî ya Amerîkayê tê pîrozkirin
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku wê sibe roja 21ê Adarê, li Koşka Spî ya Amerîkayê bi resepsiyonekê Cejna Newrozê were pîrozkirin.
Li gorî ragihandina medya Amerîkî, sibe 21ê adarê Serokê Amerîka Joe Biden û hevjîna wî Jill Biden bi boneya cejna Newrozê pîrozbahiyekê li Koşka Spî saz dikin.
Li gorî zanyariyan wê hin kesayetên Kurd jî beşdarî pîrozbahiya Newrozê ya li Koşka Spî bibin ku yek ji wan derhênêrê Kurd ê ji Rojhilatê Kurdistanê Behman Qubadî ye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin