Çekdarên Desteya Tehrîr El-Samê ketin gelek taxên Helebê
PeyamaKurd – Çekdarên Desteya Tehrîr El-Şamê û çekdarên opozîsyona Sûriyê yên hevalbendê wê, ketin gelek taxên bajarê Helebê û artêşa Sûriyê jî dibêje, ew di rûbirûbûna êrîşê de berdewam in.
Komên çekdar ên Sûriyê, bi serokatiya Desteya Tehrîr El-Şamê gotin, ew pêşveçûnên xwe yên ber bi Helebê ve didomînin û gelek tax û saziyên fermî yên li nav bajêr kontrol kirine.
Odeya operesyonên “Rêgirtina Êrîşan” ya bi ser Desteya Tehrîr El-Şamê, bi dehan vîdyo li ser hejmara xwe ya tora civakî “Telegram” belav kir û tê de çekdarên xwe yên li taxên El-Hemdaniye, Ramûse, Kelasê, El-Firdews û Heleba Nû yên Helebê nîşan dan.
Komên çekdar pêr înê ragihandin ku ew gihîştine Keleha Helebê û tekez kirin ku ew gihîştine Meydana Seidallah El-Cebrî ku dikeve navenda bajarê Helebê.
Artêşa Sûriyê jî di daxuyaniyekê de ragihand, ew dê berdewam bin li ser rûbirûbûna êrîşa Desteya Tehrîr El-Şam (Eniya El-Nusra ya berê) û çekdarên opozisyonê yên hevalbendên wê ku gihiştine derdora bajarê Helebê.
Artêşê di daxuyaniyekê de got: “Hêzên me yên çekdar ên ku li eniyên Heleb û gundewarê Idlibê tevdigerin, di rûbirûbûna êrîşa mezin a rêxistinên terorîst de berdewam in.” Herwiha got ku hêzên wê karîn hinek xalan ji nû ve kontrol bikin.
Ji aliyekî din ve, sê jêderên ji artêşa Sûriyê ji “Reuters” re gotin, wan rêyên sereke yên ku diçin Helebê girtine, piştî ku ferman ji rêveberiya artêşê hat ku bi awayekî “ewle” ji taxên ku ji aliyê çekdaran ve hatine dorpêçkirin, vekişin.
Herwiha wan jêderan amaje bi wê yekê jî kir ku hikûmeta Şamê çaverê dike ku alîkariyên leşkerî yên nû yên rûsî di nav 72 saetan de, bigihin navenda Himêmîm a li bajarê Laziqiyeyê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin