Çekdarên Ehrar El Sam li Efrînê 3 kes revandin
PeyamaKurd – Hate ragihandin ku çekdarên rêxistina Ehrar El Şam a Tirkiye piştevaniya wan dike, li Efrînê 3 welatî revandin û birin cihekî nediyar.
Li gorî çavkaniyên xwecihî, kesên hatine revandin Rêzan Mihemed ji bajarê Cindirêsê, Mihemed Bekir ji gundê Yalankozê yê Cindirêsê û Ehmed Mihemed ji gundê Hesen Dêra yê bajarê Bibilê ne.
Hate diyar kirin çarenivîsa wan kesên hatine revandin heta niha nayê zanîn.
Hêjayî gotinê ye, tevî raporên saziyên mafên mirovan û Neteweyên Yekbûyî ji sala 2018an dema dagirkirina Efrînê bûyerên revandin û kuştinê bi destê çekdarên hevkarên artêşa Tirkiyeyê berdewam dike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin