Çekdaran li Efrînê goristana pîroz a Kurdên Êzidî rûxand

16 April 2021 19:40 0 dîtin
Çekdaran li Efrînê goristana pîroz a Kurdên Êzidî rûxand

PeyamaKurd – Li gorî zanyariyên jêderên ji herêmê li navçeya Şerayê goristana Şêx Hemîd a êzidiyan a li gundê Qestel Cindo ji aliyê çekdarên bi ser artêşa Tirkiyê ve hat rûxandin.

Goristana Şêx Hemîd ji bo kurdên êzidî cihekî pîroz e û di şahî û cejnan de serdana wê derê dikin.

Hat ragihandin ku çekdaran bi armanca lêgerîna berhemên dîrokî beriya niha jî çend caran ziyan gihandiye goristanê.  

Piştî dagirkirina Efrînê gelek şûnwarên dîrokî yên pîroziyên xelkê herêmê hatine rûxandin. Beriya niha jî mezintirîn mezargeha êzidyan a li çiyayê Şêx Berekat a bajarê Derêt Ezê desteser kirin û piştî derxistina kevneşopên êzidiyan ew der kirine navendeke leşkerî ya çavdêriyê.