CENTCOM: Me jina fermandarê ISIDê yê me kust desteser kir
PeyamaKurd – Fermandariya Hêzên Navendê ya DYAyê (CENTCOM), Herêma Kurdistanê û Iraq di 13ê Adarê de, li bajarê Anbarê operasyon kiribûn ser serokê IŞİDê Ebu Hatice û ew kuştibûn. Hat ragihandin ku jina Ebu Hatice ya ku bi eslê xwe Çeçene, di heman operasyonê de hatiye girtin. CENTCOMê got:
“Fermandariya Navendî ya DYAyê, bi sedema di 13e Adarê de, di êrîşekê de jina serokê IŞİDê yê hat kuştin, jina Ebu Hatice ya bi eslê xwe Çeçene ya bi navê Ummu Huseyin hatiye girtin. Ji bo operasyona serkeftî, em hêzên îstîxbarat û ewlehiya Iraqê teqdîr dikin.”
Serokê IŞİDê yê bi navê Abdullah Makki Muslih al-Rafiei ku navê wî yê din Ebu Hatice bû, ji aliyê hêzên Iraqê û Amerîka de, bi desteka îstîxbaratê ya Herêma Kurdistanê, li bajarê Anbarên di operasyonekî de hat kuştin. Di operasyonê de 2 endamên IŞİDê yên din jî hatine girtin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin