CEOyê MAN Energy Solutions: Çîn ji bo me yek ji herî girîng yê sektora energiyê ye

15 July 2023 18:57 0 dîtin
CEOyê MAN Energy Solutions: Çîn ji bo me yek ji herî girîng yê sektora energiyê ye

PeyamaKurd – CEOyê MAN Energy Solutionsê yê Almanya Uwe Lauber behsa girîngiya Çînê kir, bende û stratejiya bi Çînê re ragihand. Çîn ji bo MANê bazarekî herî girîng yê dinyayê ye. Pêwendiya xwurt ya MAN Energy Solutionsê bi Çînê re li dora qirnekiye.

CEOyê MAN Energy Solutionsê di rojên borî de li bajarê Shanghai di dema gera xwe de, bi Xinhua re li ser derfetên bendeyên kar axifî. Uwe Lauber got:

“Navê min Uwe Lauber e. Ez CEOyê MAN Energy Solutionsê me. Çîn ji bo me bazarekî herî girîng yê endustriyê ye. Çîn ortaxekî me yê başe û sed sal zêde ye em li vê derê ne. Li gor min; pêdiviya me û Çînê bi hev heye. Bi taybetî di roja me de, mijara bêkarbonbûnê her diçe girîngtir dibe.

MAN Energy Solutions stratejiya xwe ya nû li Çînê li vê derê da nasîn. 5 lingên stratejiya me hene. Herî girîng lingê keştîvaniyê ye. Ez difikirim ku Çîn di sektora keştîvaniyê de lîderê bazarêye. LNG an metana sentetik weka metanol ku ardûyên alternatîfin, wê di pêşde amonyak jî di portfoya me de cihê xwe bigre. Em bi hevkarên xwe yên Çînê re li ser motorên ku ardûyên alternatîf bikarbînin kar dikin û motoran pêşdixin.

Mijareka dinê zeftkirina karbonê, depokirina wê û bikaranîna wê ye. Çîn di sektora endustriya çîmentoyê de li pêşe û di hilberînê de di dinayê de pêdiviya %60an zêdetir hildiberîne. Em li vir bi teknolojiya xwe ji bo sektoran ji bo hilberîna çîmentoyê teknolojiya notr karbonê de alîkariyê dikin. Mînak tesîsên me yên hilberînê li Shanghai û Changshu hene. Em alavên ku karbondîoksîtê herî kêm dikin, hildiberînin. Para me di bazarê de li dora %5 heya %8 e. Em sdifikirin ku pare derxin %20an.

Çîn û Almanya dixwazin hevkariyê bikin. Her dû teref jî biryara xwe dane.”