Çeteyan êrîsî girtîgehê kirin: 12 mirî, 3 hezar û 600 girtî reviyan!

04 March 2024 11:46 0 dîtin
Çeteyan êrîsî girtîgehê kirin: 12 mirî, 3 hezar û 600 girtî reviyan!
PeyamaKurd – Di encama êrîşa çekdarî ya çeteyan a li ser girtîgeha Haîtîyê de 3 hezar û 600 girtî reviyan û 12 girtî mirin.

Çeteyên çekdar ên ku avêtin ser Girtîgeha Croix des Bouquets a li paytext Port-au-Prince, bi hêzên ewlehiyê re pevçûn.

Di pevçûnan de 3 hezar û 600 girtî ji girtîgehê reviyan û 12 kes mirin.

Di daxuyanîya ku ji aliyê hikumeta Haîtîyê ve hat dayîn de hat ragihandin ku rêxistinên sûc di saetên serê sibê de êrîşî girtîgehê kirine û di encama berxwedana polîsan de kesên çekdar ji herêmê revîyane.

Li aliyê din hat parvekirin ku di girtîgeha ku çeteyan bi ser wan de girt de 17 welatiyên Kolombiyayê hene û hikûmeta Kolombiyayê bi rayedarên Haîtî re di nava têkiliyê de ye.