Cevdet Yilmaz, li ser serdana Partiya DEMê ya Îmraliyê û peyamên Ocalan daxuyanî da

30 December 2024 15:07 0 dîtin
Cevdet Yilmaz, li ser serdana Partiya DEMê ya Îmraliyê û peyamên Ocalan daxuyanî da

PeyamaKurd – Li gorî Ajansa Anadoluyê (AA) Cîgirê Serokkomarê Tirkiyeyê Cevdet Yilmaz li ser serdana Partiya DEMê ya Îmraliyê û peyamên Abdullah Ocalan daxuyaniyek da.

Derbarê hevdîtina parlementerên DEMê Sirri Sureyya Onder û Pervîn Buldan bi Abdullah Ocalan re ya li Girava Îmraliyê û peyamên Ocalan, Cîgirê Serokkomarê Tirkiyeyê Cevdet Yilmaz daxuyaniyek da.

‘Hebûna terorê siyaseta demokratîk jehrî dike’

Yilmaz got:

“Perspektîfa birêz Bahçelî gelekî zelal e. Tirkiyeyeke bê teror û aştiyane. Hûn jî hay ji vîzyona ku serokkomarê me hene ku daye zanîn. Yek ji hêmanên herî girîng sernava ‘Sedsala Tirkiyeyê wê bibe sedsala aştiyê’ ye. Em alîgirên wê yekê ne ku welatî di welatekî demokratîk de bi awayekî herî rehet bijîn ku xwe wek hev û bi rûmet hîs dikin. Hebûna terorê siyaseta demokratîk jehrî dike.

Siyaseta demokratîk bi dawî dibe li cihê ku teror dest pê dike. Heta ku siya terorê li ser partiyên siyasî bimîne, ne mimkin e ku bi rastî behsa siyaseta demokratîk bê kirin. Em demokrasiyeke weha dixwazin ku ne di bin siya terorê de be. Em di wê baweriyê de ne ku Tirkiye jî vê heq dike. Tirkiye dê riya xwe bidomîne bi têgihiştina xwe ya neteweyî ya berfireh, ku van cudahiyan û dewlemendiyên dide jiyîn. Tu carî ew nêzîkatiyeke nîne me ya ku ewlehiya welatê xwe di bin kontrola kesên din de bihêlin.

Komara Tirkiyeyê, têkoşîna xwe ya bi biryar û bênavber a li dijî terorê bi her awayî dê bidomîne, bila tu kes ji vê gumanê neke. Helbet dil dixwaze ku li hemberî me rêxistineke terorîst nemîne û hewcedariya têkoşîna li dijî wê ji holê rabe, helbet kî naxwaze? Em ê di demên pêş de geşedanan bi hev re bişopînin.”

Yilmaz, da zanîn ku ew her tim alîgirê demokrasî û pêşketinê ne û got ku teror hem dijminê demokrasiyê û hem jî dijminê pêşketinê ye.