Cêwiyên Nêrgîs Muhammedî Xelata Nobela Astiyê ya diya xwe wergirtin
PeyamaKurd – Çalakvana mafên mirovan û parêzvana mafê jinan Negis Muhammedî ya li Îranê hatiye zindanîkirin hêjayî Xelata Nobelê hate dîtin. Di merasîma xelatdayînê ya ku li paytexta Norwêc Osloyê hate lidarxistin de, li ser navê wê Xelata Nobelê ji aliyê zarokên wê ên cêwî ve hate wergirtin.
Merasîma Xelata Nobelê ya Negîs Muhammedî îro 11ê Kanûna 2024an li avahiya şaredariya paytexta Norwêc Osloyê birêve çû ku ji madalyeya zêr, belgeyek û nêzî 1 milyon dolaran pêk dihat.
Xelat li ser navê Nergîs Muhammedî ji aliyê zarokên wê yên cêwî Kiana û Alî Rahmanî ve hate wergirtin. Herwiha di merasîmê de li ser dikê weke sembol portreya Nergîs Muhammedî û kûrsiyekî vala hate danîn.
Nergîs Muhammedî di peyama ku ji girtîgehê şandiye de got: “Ji bo anîna guherînê stratejiya herî baş her tim têkoşîn û serî lênedana tundiyê ye. Wê gelê Îranê bi îradeya xwe li dijî zilma desthilatdariyê bi ser bikeve, bila ji vê gumana we nebe, ev mimkun e. Ez vê peyamê li pişt diwarên bilind û sar ên girtîgehê dinivîsim.”
Muhammedî bal kişand ser Jîna Emînî ku ji ber ne li gora hîcaba bi zorê tevgiriyaye ji aliyê polîsê exlaqê ve hatiye kuştin û wiha pê de çû: “Hîcaba bi darê zorê ya ku ji aliyê hikûmetê ve li ser jinan tê ferzkirin ne modeleke olî û ne jî çandî ye. Berevajî vê, amûreke kontrolkirin û bindestkirina tevahiya civakê ye."
Nergîs Muhammedî da zanîn ku piştî kuştina Jîna Emînî li Îranê protesto berdewam dikin û di têkoşîna sivîl de sûdek wê ya mezin heye ku tevî hemû zextan jî ev têkoşîn dê berdewam be.
Hêjayî bibîrxistinê ye, Nergîs Muhammedî a 51 salî ku tendirûstiya wê nebaş e niha li girtîgeha ewlehiya bilind a Evîn ku li Tahranê ye dimîne. Ji tawana ‘li dijî rejîmê propaganda’ û ‘li dijî rayedaran bêbextî’ 12 sal cezayê girtîgehê lê hatiye birîn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin