Çewligîyan li Stenbolê Sersala Kurdî pîroz kirin
Peyama Kurd - Komeleya Navçeyên Çewligê (KAY-DER) li Stenbolê pîrozbahiya sersalê li dar xist. Di pîrozbahîya sersala kurdî de berhemên çandî û edet û kevneşopiyên Bakurê Kurdistanê hatin pêşandan.
Di pîrozbahîya ku li hola Şaredariya Stenbolê û bi taybetî Çewlîgiyên ku li Stenbolê dijîn beşdar bûn de form û motîfên herêma Çewligê yên sersalê hatin pêşkêşkirin.
Di pîrozbahîyê de Serokê KAYY-DERê Ahmet Tuzun anî ziman ku Şeva Gaxanê li herêma Çewlig, Dêrsim û Serhedê kevneşopiyeke dêrîn a ku di sersalê de tê pîrozkirin.
Tuzun got: "Vejandin û nûjenkirina vê kevneşopiyê erkekî me ye û em erka xwe bi vî awayî bi cih tînin.”
Di pîrozbahiya bernameya bi navê Şeva Gaxanê ku bi semahê dest pê kir de koma dengbêjan û koma jinên stranbêj, koma folklorê û koma zarokan ên ku ji alî KAYY-DERê ve hatine perwerdekirin derketin ser dikê û hunerên xwe pêşkêş kirin. Di pîrozbahîyê de her wiha li beşdaran şîva taybet a sersalê 'Zerfet' hate belavkirin û govend hate gerandin.
Di dawiya bernameyê de yek ji edetên Kurdî Kalik û Pîrik derketin ser dikê û beşdaran bi coşeke mezin beşdarî vê leyztika gelêrî kirin.
Pîrozbahiya Sersala Kurdî, bi beşdariya gellek siyasetmedar û rewşenbir û gelê herêmê, bi govend û coş û kelecan bi dawî bû.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin