Cezayîr | Îro 31emîn Lûtkeya Bilind a Komkara Erebî destpê dike
PeyamaKurd – Îro li Cezayîrê 31emîn Lûtkeya Bilind a Komkara Erebî bi armanca “yekdengiya Ereban û rûbirûbûna pirsgirêkên heyî yên xwarin û ewlehiyê" destpê dike.
Li gor zanyariyan, di nav dosyayên ku wê di civîna Cezayîrê de bên gotûbêjkirin, yekrêziya Erebî û yekgirtina ji bo rûbirûbûna guhertinên nû yên navdewletî, çareserkirina qeyranên Ereban, bi taybetî pirsa Filistînê, reforma Komkara Erebî û ewlehiya xwarinê ya Ereban di siya bilindbûna nirxên madeyên xav ji ber şerê li Ukrayna û encamên pandemiya vîrusa Korona hene.
Hêjayî bibîrxistinê ye, yekşema borî roja dawî ya civînên amadekar bû û tê de wezîrên karên derve yên 22 welatên Erebî beşdar bûn. Di civînê de behsa bernameya lûtkeyê kirin û Wezîrê Karên Derve yê Cezayîrê Ramtan Lamamra jî ew civîn bi "serketî" bi nav kir.
Herwiha Lamamra hêviya xwe anî ziman û eşkere kir: “Em ê karibin bi hev re kar ji bo avakirina lihevhatineke berfirehtir bikin ku rê bide hemû welatên Erebî bibin yek û rêz û hewlên xwe bikin yek ji bo çareserkirina qeyranên tund ên ku herêma me ya Erebî tê re derbas dibe ku bû qada şer û nakokiyên di navbera gelek hêzên biyanî.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin