CHPê ji bo tifaqa hilbijartinên herêmî gava yekem avêt: HDP çi dibêje?

14 November 2018 16:54 0 dîtin
CHPê ji bo tifaqa hilbijartinên herêmî gava yekem avêt: HDP çi dibêje?

Peyamakurd / Taybet - Serokê Giştî yê Partiya Komarî ya Gel (CHP) Kemal Kiliçdaroglu û Seroka Giştî ya Iyi Partiyê Meral Akşener piştî ku dûh 13ê Mijdarê yekem hevdîtina bo hilbijartinan pêk anîn, derket holê ku dê li ser tifaqa hilbijartinên herêmî dest bi danûstandinan bikin.

GAVA PÊŞÎ BI HEVDÎTINA CHP Û IYI PARTIYÊ HAT

Piştî hevdîtina herdu serokên partiyên opozîsyona Tirkiyê hat ragihandin, "Herdu partiyên mezin ên Tirkiyê di navbera xwe de li ser meseleyên bingehîn lihevkirineke hevbeş pêk anîne.”

Li gor zanyariyên rayedarên CHP û IYI Partiyê yên piştî hevdîtinê, dê rêveberên herdu partiyan li hev bicivin û li ser encamên berê yên hilbijartinan xebateke hurbînî pêk bînin.

HEVDÎTINA AHMET TURK Û KILICDAROGLU KET ROJEVÊ

Hêjayî gotinê ye, çend roj berê Serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu bi siyasetmedarê Kurd Ahmet Turk re jî hevdîtinek pêk anîbû û ev hevdîtin wekî lêgerîna bo tifaqa digel HDPê hatibû nirxandin.

HDPÊ DERIYÊ XWE JI CHPÊ RE VEKIRIYE

Hevseroka HDPê Pervîn Buldan derbarê wê hevdîtinê de îro 14ê Mijdarê di koma partiya xwe de daxuyakirin ku ew ne li dijî hevdîtina Ahmet Turk û Kemal Kiliçdaroglu ne, hevdîtin tesadufî çêbûye, lê normal e kesên mîna Ahmet Turk hevdîtinên wiha pêk bînin.

Buldan herwiha deriyê tifaqê jî ji CHPê re vekirî hişt û got ku hevdîtinên bo hilbijartinên herêmî gelekî girîng in, lê hîn biryareke partiya wan a navendî derbarê tifaqê de tune ye.

Medyaya nêzîkî partiya deshilatdar AK Partî jî ev demeke tifaqa CHPê ya ligel HDPê tîne rojevê ku HDPê jî wekî peyrewa PKKê binav dike.

CHP NAXWAZE LI PÊŞ MEDYAYÊ BI HDPÊ RE XUYA BIKE

CHP her çiqas li pêş medyayê tifaqa bi IYI Partiyê re derdixe pêş jî li pişt perdeyê ji bo dengên Kurdan li bajarên mezin ên Tirkiyê werbigire, bi HDPê û derdorên Kurd re jî pêwendiyên xwe berdewam dike.

Hilbijartinên herêmî yên Tirkiyê 31ê Adara 2019an birêve diçin ku bi taybet partiyên opozîsyonê yên wekî CHP, IYI Partî û HDP ji bo şikestekê li desthilatiya AKPê bixin wan hilbijartinan gelekî girîng dibînin.