CHPê sedema dawet nekirina PYDê bo konferansa Sûriyê eskere kir
PeyamaKurd – Cîgirê Serokê Giştî yê Partiya Komariya Gel (CHP) Velî Agbaba li ser daxuyaniyên Serokê Giştî yê CHPê, Kemal Kiliçdaroglu ku gotibû, CHP dê payîza îsal li Tirkiyê konferansekê li ser rewşa Sûriyê li dar bixe û PYDê dawet nake axivî.
Agbaba ji Arti TVyê re da xuyakirin, “PYD ji sala 2016an ve ji aliyê dadgehên bilind ên Tirkiyê ve ketiye nav lîsta rêxistinên terorê, lewma jî em rast nabînin banga beşdarîkirinê li wan bikin.”
CHP Genel Başkan Yardımcısı Veli Ağbaba, CHP'nin Suriye konferansını Artı TV'ye değerlendiriyor:
— ARTI TV (@ArtiTV_) August 9, 2019
'PYD, 2016 yılından itibaren terör örgütü listesine alındığı için çağırmayı doğru bulmuyoruz' pic.twitter.com/hbuUDa6x26
Berdevkê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mistefa Balî jî bersiva daxuyaniya dawetnekirina PYDê bo wê konferansê li nûçeyeke derbarê mijarê de li ser medya civakî da û got, “Ger bang bikira, gelo hizir kiriye ku em biçin? :)”
Çağırırsa gideceğimizi mi düşünmüş? :) https://t.co/fsFuAcTsfn
— Mustafa Bali (@mustefabali) August 9, 2019

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin