CIA, li Meksîkayê bi dronan li hemberê mafyayê operasyonan dike

18 February 2025 22:04 0 dîtin
CIA, li Meksîkayê bi dronan li hemberê mafyayê operasyonan dike

PeyamaKurd – Rêxistina îstîxbarata Navendî ya DYAyê (CIA) ji bo ciyê labaratuwarên fentanil çêdikin tesbît bike bi dronan dixebite. Ev bername di wexta Biden de destpêkiriye lê di wexta Trump de zêdetir bûye. Hem artêşa Amerîkayê çavdêriya ser sînorê Meksikayê zêdetir kiriye.

Rayedar agahiyan dan New York Timesê û di derbarê bernama operasyonên xef yên bi dronan ku dikin ser kartelên karê maddeyên hişbir dikin. Bername di wexta Biden de destpêkiriye lê di wexta serokatiya Trump de ku serokê CIAyê John Ratcliffe, operasyon zêdetir bûne.

Rayedarên DYAyê ragihandine ku di operasyonan de xwediyê desthilata ku derbê li kartelan bixin nînin lê dema ciyê xebat û labaratuwarên maddeyên hişbir tesbît dikin, agahiyan didin rayedar an hukumeta Meksîkayê.

Ji ber labaratuwarên Fentanîlê di wexta hilberînê de, hin maddeyên kîmyewî didin hewayê, hêsan dibe da ciyê labaratuwaran tesbît bikin. DYA dixwaze ku ew labaratuwar ji aliyê dewleta Meksîkayê de bên girtin.