Cîgirê Serok li gel fermandarê Alman ê Koalîsyona Navdewletî civiya

21 February 2025 14:04 0 dîtin
Cîgirê Serok li gel fermandarê Alman ê Koalîsyona Navdewletî civiya

PeyamaKurd – Cîgirê Serokê Herêma Kurdistana Iraqê (HHK) Şêx Cafer Şêx Mistefa pêşwaziya Kolonel Thomas Ritter Fermandarê Hêzên Koalîsyona Almanî û şandeyeke pê re kir.

Di hevdîtinê de rewşa siyasî û ewlehî ya Kurdistanê û Iraqê, pêşhat û guherînên herêmê bi giştî û metirsiya DAIŞê li ser aramî û ewlehiya herêmê hatin gotûbêjkirin.

Cîgirê Serokê Herêma Kurdistanê rola hêzên Almanî di çarçoveya hevpeymaniya navdewletî ya li dijî DAIŞê de bilind nirxand û tekezî li ser pêwîstiya hemahengiya zêdetir di navbera Pêşmerge, artêşa Iraqê û hevpeymanan de kir ji bo parastin û aramkirina herêmên ku kêmasiyên ewlehiyê lê hene.

Di beşeke din ya guftûgoyên de behsa proseya çaksaziyê û yekkirina hêzên Pêşmerge di çarçoveya Wezareta Pêşmerge de hate kirin.

Şandeya leşkerî ya Almanyayê tekezî li ser berdewamiya alîkariyên leşkerî û lojîstîkî yên welatê xwe bo Pêşmerge kir, bi taybetî di warê rahênanê de û hevkarî û hemahengiya hevbeş di navbera her du aliyan de giring nirxand.