Cîgirê Wezîrê Derve yê Sûriyê: Amerîka ji Sûriyê derkeve, dosya Kurdî bi hêsanî tê girtin
PeyamaKurd – Cîgirê Wezîrê Derve yê Sûriyê Eymen Sosan got, "Zû yan dereng wê Amerîka ji Sûriyê derkeve û wê demê dosyaya Kurdî wê bi hêsanî were girtin".
Cîgirê Wezîrê Derve yê Sûriyê Eymen Sosan di daxuyaniyekê de ji kenala Rûsî RT re, derbarê pirsgirêka Kurd li Sûriyê de nirxandin kirin.
Eymen Sosan got, "Kurd parçeyek ji pêkhateya me ya neteweyî ne" got, "Divê diyaloga bi Kurdan re li ser esasê yekîtiya Sûriyeyê be. Waşîngton wê zû yan dereng ji Sûriyê derkeve, wê demê wê dosyaya Kurdî bi hêsanî were girtin.”
Cîgirê Wezîrê Derve yê Sûriyê amaje bi wê yekê kir ku Amerîka hewl dide aramiya Sûriyê têk bibe.
Hêjayî gotinê ye ku daxuyaniyên Cîgirê Wezîrê Derve yê Sûriyê Eymen Sosan piştî hevdîtinên Astana yên 20’emîn ên derbarê Sûriyê de li Kazaxistanê hatin destpêkirin.
Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Mîxaîl Bogdanov jî do beriya hevdîtinên Astanayê daxuyaniyek da û diyar kir, hêzên Amerîkayê li dijî yekitiya xaka Sûriyeyê piştgiriyê didin Rêveberiya Xweser û wiha got: “Helbet amerîkiyan piştgiriyê didin gelek rêxistinên Kurdan ên ku bi navê nîvdewletê ava dikin. Ev bi temamî nayê qebûlkirin."
Mikhail Bogdanov anî ziman ku ew alîgirê çareseriya pirsgirêka Kurd bi rêya diyalogê ne û got, "Lê mixabin ez di wê baweriyê de me ku Amerîka girîngiyê nade vê yekê û rê nade hevpeymanên xwe yên Kurd bi Şamê re diyalogê pêk bînin."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin