Çînê ji Amerîkayê xwest ku sînyalên xelet nesîne ji bo serxwebûnxwazên Taywanê
PeyamaKurd – Çînê, îro bang li Amerîkayê kir ku sînyalên xelet neşîne ji bo serxwebûnxwazên Taywanê.
Berdevka Wezareta Derve ya Çînê Mao Ningê got, “Eger Amerîka bi rastî xema aştî û aramiya tengava Taywanê û bextewariya herêmê dixwe, divê li gorî prensîba Çînê ya yekane û sê daxuyaniyên hevbeş ên navbera Çîn û Amerîkayê tevbigere.”
Fermandariya Bereya Rojhilatî ya PLAyê îro leşkerên xwe organîze kir ku ji hêzên bejayî, deryayî, hewayî û rokêtan pêk tên, da ku tetbîqata “Şûrê Hevbeş-2024B”ê li Tengava Taywanê û li bakur, başûr û rojhilatê girava Taywanê pêk bînin.
Berdevka Wezareta Derve ya Çînê Mao Ningê di civîna çapemeniyê ya asayî de ev daxuyanî da û bersiv da daxuyaniyên Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê ya der barê tetbîqata “Şûrê Hevpar-2024B”ê de ku ji aliyê Artêşa Rizgariya Gel a Çînê (PLA) ve li derdora Girava Taywanê tê kirin.
Ningê got, “Divê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê sozên xwe bîne cih, piştgiriya serxwebûnxwazên Taywanê neke, çek û sînyalên derewîn ji wan re bi rê neke.”
Di heman daxuyaniyê de de hat gotin ku tetbîqat li hemberî çalakiyên cudaxwaz ên serxwebûnxwazên Taywanê astengiyeke xurt e û ji bo parastina serweriya neteweyî û yekîtiya neteweyî, ev çalakî çalakiyên rewa û pêwîst in.
Berdevka Wezareta Karên Derve ya Çînê diyar kir ku “Serxwebûna Taywanê û aştiya tengavê wek agir û avê li hev nayên û li hemberî provokasyonên serxwebûnxwazên Taywanê, bêguman wê tedbîr bên girtin.
Ningê got ku Çîn her tim bi biryar e ku aştî û îstiqrara herêmê biparêze û ev yek ji bo welatên herêmê jî eşkere ye.
Her weha anî zimên ku “Taywan beşek ji Çînê ye û pirsa Taywanê jî meseleya navxweyî ya Çînê ye û çênabe destekî ji derve midaxeleyî wê bike.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin