Çîn li deryayan dest bi du tetbîqatên mezin dike
PeyamaKurd – Karvedan û nerazîbûnên Çînê yên li dijî serdana hefteya borî ya Taywanê a Seroka Encûmena Nûneran a Amerîkayê Nancy Pelosî dewam dikin.
Niha jî Saziya Ewlekariya Deryayan a Çînê ragihandiye ku wê hêzên deryavaniya Çînê li nêzîkî Pekînê li başûrê Derya Bohay û Kendava Derya Zer tetbîqateke mezin a leşkerî li dar bixin.
Hatiye diyarkirin ku wê tetbîqata Deryaya Bohayê di navbera 7-15ê Tebaxê de û ya Kendava Zer jî 8ê Îlanê birêve biçe û ji ber wan tetbîqatan jî li wan deveran çûnûhatina keştiyên bazirganî hatiye qedexekirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin