Çîn û Rûsyayê li nêzî peravên Amerîkayê tetbîqata leskerî kir

07 August 2023 21:05 0 dîtin
Çîn û Rûsyayê li nêzî peravên Amerîkayê tetbîqata leskerî kir

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku hêzên deryavaniya Çîn û Rûsyayê li nêzî peravanê eyaleta Alaska ya Amerîkayê, bi keştiyên şer tetbîqateke hevpar a leşkerî kirin.

Fermandariya Hêzên Bakur ên Amerîkayê ‘Northcom) ragihand ku tetbîqata hevpar a Çîn û Rûsyayê hefteya borî hatiye lidarxistin û ji bo wan nebûye gef.

Herwiha hate eşkerekirin ku dema birêveçûna tetbîqatê 4 keştiyên şer û balafireke dewriyeya deryayî çavdêriya nêzîk li tetbîqata Rûsya-Çînê kiriye.

Li gorî nûçeya The Wall Street Journal (WSJ) NORTHCOMê daye xuyakirin ku dewriyeya keştiyên Çîn û Rûsyayê di nav avên navnetewî de bûye û ji bo Amerîkayê jî ti gefek çênekiriye.