Çinar Ebdula: Em dixwazin azmûna demokratên DYAyê veguhêzin Kurdistanê

21 August 2024 14:58 0 dîtin
Çinar Ebdula: Em dixwazin azmûna demokratên DYAyê veguhêzin Kurdistanê

PeyamaKurd - Berpirsa Beşa Lêkolîn û Ragihandinê ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Çinar Sed Ebdula, beşdarî kongreya Partiya Demokrat a Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ya li bajarê Chicagoyê bû û ji kongreyê peyamên gring da û got. “Em dixwazin vê azmûna dewlemend a Kongreya Demokratan veguhêzin Kurdistanê.”

Kongreya Partiya Demokrat li bajarê Chicagoyê yê DYAyê pêk hat û Berpirsa Beşa Lêkolîn û Ragihandinê ya PDKê Çinar Sed Ebdula jî beşdarî vê kongreyê bû.

“Ev kongre ji bo hemû cîhanê gring e”

Çinar Sed Ebdulayê ji Rûdawê re ragihand ku ev kongre ji bo hemû cîhanê gring e û dom kir: “Rast e, ev kongre ji bo DYAyê gring e, lê belê ji bo hemû cîhanê jî gring e. Beşdarbûna vê kongreyê ji bo me pir watedar e çimku; li vê derê hinek welat hene ku di qonaxa destpêkê ya demokrasiyê de ne. Em jî dixwazin beşdarî vê azmûna dewlemend bibin û vê azmûnê veguhêzin welatê xwe.”

“Vexwendina me nîşaneya grigiya me ye”

Partiya Demokrat a DYAyê, ji bo kongreya xwe ya Chicagoyê partiyên siyasî yên Herêma Kurdistanê jî vexwendibû. Di derbarê mijarê de Çinar Sed Ebdulayê vexwendina partiyên Herêma Kurdistanê ya ji bo beşdariya kongreyê wiha nirxand: “Vexwendina me nîşanaya wê yekê ye ku gringiyê didin herêmê û em jî di xeleka wan a siyasî de ne. Êdî karê mayî li ser milê me dimîne ka em ê çawa hewl bidin vê têgihiştina wan bi kar bînin û bixin xizmeta Herêma Kurdistanê.

Ev jî derfeteke pir baş e çimku; em û senator, parlament û çalakvanan hevdû nas dikin û dibe ku ev hevnasîn di siberojê de bibe sedemên karên baş. Çimku; ev kesên em wan û ew jî me dinasin, dibe ku siberoj bibin xwediyên postên bilind û ev jî bi kêrî Kurdan û Kurdistanê tê.”

Li Amerîkayê hilbijartinên serokatiyê dê 5ê Çiriya Paşîn bên kirin û li gorî rapirsiya herî nû, Donald Trump ji sedî 46,7ê dengan û Kamala Harris jî ji sedî 48,2yê dengan werdigire.