Çînê ji ber vekisîna ji WHOyê Amerîka bi tundî rexne kir

09 July 2020 09:31 0 dîtin
Çînê ji ber vekisîna ji WHOyê Amerîka bi tundî rexne kir

PeyamaKurd – Amerîka bi fermî ragihand ku ji Rêxistina Tenduristiya Cîhanê (WHO) vekişiya ye. Çîn li hemberî vê biryarê bertek nişan da û ji ber vekişîna ji WHOyê, Amerîka rexne kir.

Li gor Berdevkê Wezareta Derve ya Çînê Zhao Lijian ragihand, WHO bo tenduristiya gel, sazîyeke navneteweyî ya profesyonel e.

Ljian diyar kir, vekişîna Amerîka dê zararê bide têkoşîna li dijî vîrusa korona û got, ev vekişîn dê bandoreke neyênî li ser welatên pêşde diçin çêke.

Serokê Amerîka Donald Trump, WHO bi tundî rexne kiribû û îdia kiribû ku ew rêxistin di bin zextên Çînê da ye.

Rêvebirîya Trump, Neteweyên Yekbûyî (NY) li ser vekişînê, roja duşemê agahdar kiribû.

Ji ber ku divê ji ser biryara vekişînê ra bi kêmî ve salek derbas bibe, Amerîka dê heta 6’ê Tîrmeha 2021’an di WHO de bimîne.