Civîna her sê Serokatiyên Kurdistanê bi mijara besdariya hikûmeta nû ya Iraqê dest pê kir
PeyamaKurd – Civîna her sê serokatiyên Herêma Kurdistanê û aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê bi şanda danûstandkar a Herêma Kurdistanê ya Bexdayê re dest pê kir.
Di civîna ku Serokê Herêma Kurdistanê, Serokê Hikûmetê û Seroka Parlemanê jî amadehî dikin de, tê çaverêkirin biryar li ser beşdarbûna hikûmeta Mihemed Elawî bê dayîn.
Hêjayî gotinê ye, şanda Herêma Kurdistanê ya ku ji bo danûstandinên avakirina hikûmeta nû ya Iraqê li Bexdayê bû, bêyî biryarek li ser beşdarbûne hikûmeta nû bê dayîn vegeriyabû Kurdistanê.
Aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê naxwazin, bêyî razîbûna wan wezîrê hikûmeta Mihemed Elawî yên Kurd bêne destnîşankirin û herwiha dixwazin taybetmendiya herêma Kurdistanê di hikûmeta nû de li ber çavan bê girtin û mafên destûrî yên Kurdan bên parastin.
Di civîna îro ya serokatiyên Herêma Kurdistanê û aliyên siyasî de, tê çaverêkirin biryar û helwesta Herêma Kurdistanê bo hikûmeta Elawî were yekalîkirin û ragihandin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin