Civîna Mekanîzma Ewlekariyê ya Tirkiye-Swêdê bo demeke nediyar hate pasxistin

18 September 2024 17:30 0 dîtin
Civîna Mekanîzma Ewlekariyê ya Tirkiye-Swêdê bo demeke nediyar hate pasxistin

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku civîna pêşbînîkirî ya Mekanîzleya Ewlekariyê ya navbera Tirkiye-Swêdê ji ber pirsgirêka teknîkî ya balafirê hatiye paşxistin.

Hate ragihandin ku ji ber pirsgirêka teknîkî ya balafirê serdana Wezîra Derve ya Swêdê Maria Malmer Stenergard û Wezîrê Dadê Gunnar Strömmer a Tirkiyê betal bû.

Hate zanîn ku balafir li asman rastî pirsgirêkeke teknîkî hatiye û vegeriyaye Stockholmê.

Biryar bû Wezîra Derve ya Swêdê Maria Malmer Stenergard û Wezîrê Dadê Gunnar Strömmer, li Enqereyê ligel Wezîrê Derve yê Tirkiyê Hakan Fîdan û Wezîrê Navxwe Alî Yerlîkaya bicivin, lê civîn bo demeke nediyar hate paşxistin.

Hêjayî gotinê ye, biryara damezrandina Mekanîzmeya Ewlekariyê di navbera herdu welatan de, di Lûtkeya Vilnius a NATO ya Tîrmeha 2023yan de hatibû wergirtin.