Civîna PDK û YNKê li Serokatiya Herêma Kurdistanê berdewam dike
PeyamaKurd – Bi beşdariya endamên polîtburonê PDK û YNKê, civîna şanda Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK) ya bi serokatiya Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li avahiya Serokatiya Herêma Kurdistanê berdewam dike.
Di civîna îro Duşemê de şanda YNKê bi serokatiya Hevserokê YNKê Bafl Talabanî ye û şanda PDKê bi serokatiya Hoşyar Zebarî ye ku hejmarek endamên polîtburoyên her du aliyan jî di civînê de amade ne.
Li gorî agahiyên berdest, di civîna Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî serperiştiya wê dike de, PDK û YNK pêşhatên dawî û guhertinên li Herêma Kurdistanê û navçeyê gotûbêj dikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin