Civîna Serokên Firaksiyonên Parlementoya Iraqê tê lidarxistin
PeyamaKurd-Hat ragihandin ku dê Serokên firaksiyonên nav Parlementoya Iraqê, di nav vê mehê de civînekê li dar bixin. Hat zanîn ku dê civîn li ser nirxandinên siyasî were kirin.
Li gorî zanyariyan, civîna Serokên Firaksiyona Parlementoya Iraqê dê beriya Cejina Remezanê were kirin. Mijarên ku dê bên guftûgokirin jî wekî mijarên pêşkêşiyên nû yên ji bo proseya siyasî ya Iraqê hatine destnîşankirin.
Di Cotmeha 2021ê de Hilbijartinên Iraqê hatibûn kirin û ji ber nakokiyên siyasî heta niha Serokomarê Iraqê nehatiye hilbijartin û hikûmeta nû jî nehatiye diyarkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin