Civîna serokwezîr Barzanî û serokwezîrê Hollandayê Mark Rutte bi dawî bû
PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi heyetekî ji herêma Kurdistanê re niha li Hollandayê ye. Îro li Hollandayê serokwezîr Mesrûr Barzanî bi serokwezîrê Hollandayê bi Mark Rutt re civiya. Piştî civînê her du serokwezîr di ser hesabên xwe yên medya civakî de, di derbarê civînê de agahiyan dan. Serokwezîrê Hollandayê Mark Rutte weha got:
“Hollanda û Herêma Kurdistanê ya otonom di gelek sehayan de têkiliyên wan yên xebatê hene. Qedekekî (bîstek) berê, di mijarên ewlehiya herêmê de, koçberî û zîraetê de, bo pêşdebirina têkiliyan em li ser mijaran axifîn.”
Serokwezîrê herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî jî di ser hesabê xwe yê medya civakî de mijarê weha ragihand:
“ Ez îro li Laheyê, bi hevdîtina bi serokwezîr Rutte re gelek kêfxweş bûm. Em li ser mijara bê fîrmayên Hollandî çawa dikarin di seha zîraetê de bi sektora me ya zîraetê re xebatê bikin, me lêgerînan kir. Her weha em li ser mijara hevkariya di mijarên ewlehiyê û koçberiyê de rawestiyan.”
Hollanda hevkarekî û hem hevalekî nêz yê Kurdistanê ye.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin