Civîna YNKê bidawî bû: YNK ji Iraqê wezîrekî dixwaze
PeyamaKurd - Di Civîna Encûmena Serkirdatiya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) de ku îro 30yê Mijdarê li Silêmaniyê hat lidarxistin, li ser 4 babet hatin gotûbêjkirin.
Piştî civînê Endamê Encûmena Serkirdatiya YNKê Ferîd Aseserd ragihand, di civînê de 4 pirsên derbarê herêmê, Kerkûkê, Bexdayê û navxweya YNKê bi hûrî hatin guftûgokirin.
YNK JI HIKÛMETA IRAQÊ WEZÎREKÎ DIXWAZE
Asaserd herwiha destnîşan kir, YNK li ser rijd e ku posteke wezîrtiyê di hikûmeta Bexdayê de werbigire û wiha pê de çû:
“Di civîna Encûmena Serkirdatiyê de behsa kongreya YNKê hat kirin, lê di baweriya min de hîna hin pêngav mane, ta ku li ser kongreyê biryar bê dayîn.”
Civîna Encûmena Serkirdatiya YNKê îro Şemiyê bi serokatiya Cîgirê Yekem ê Sekreterê Giştî yê YNKê Kosret Resûl li Silêmaniyê birêve çû ku tê de pêşhatên dawî û rewşa siyasî ya Kurdistan û Iraqê hatin gotûbêjkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin