Ciwanên xwebexs ji bo Newroza Akreyê mesale amade dikin

17 March 2024 18:59 0 dîtin
Ciwanên xwebexs ji bo Newroza Akreyê mesale amade dikin

PeyamaKurd – Ji hêlekê li Rojhelat û Bakurê Kurdistanê pîrozbahiyên Cejna Netewî ya Kurd Newrozê despê kirin ji hêla din ve li Herêma Kurdistanê ji bo pîrozbahiya Cejna Newrozê ya li Akreyê ku di van salên dawî de bêtir bala Kurdistanî û geştyarên ji welatên din dikêşîne ser xwe, amadekariyên pîrozbahiyê bi dawî bûn.

Hate ragihandin ku ji bo geştiyar di pîrozbahiyê de bikar bînin zêdeyî 1500 meşale hatine amadekirin û 8 komên ciwan ên xwebexş wê rehbertiya pîrozbahiyê bikin.

Berpirsên komîteya amadekar a Newroza Akreyê ragihandin ku komek ciwanên xwebexş ên Akrêyî, ji bo pîrozbahiya mezin a Newrozê ya li Akreyê meşaleyan amade kirine.

Berpirsan dane zanîn ku ciwanên koma xwebexş, ji bo pîrozbahî xweştir bibe dixwazin bi qasî ji destê wan tê meşaleyan amade bikin û gotin ku meşaleyên hatine amadekirin sembola cejna Newrozê ya Akreyê ne.

Ciwanê Akreyî Hindirên Muslih di derbarê amadekariyan de got ku “Ji destpêkirina pîrozbahiyê re çend roj mane û em hemû kar ji bo meşaleyan dimeşînin, ji ber ku dema em wan bigihînin çiyayan, bedewiyeke din didin Newroza Akreyê.”

Yek ji ciwanan Rizgar Hesen jî got: “Me xwe ji bo pîrozbahiya Newroza Akreyê pir baş amade kiriye. Em çiqas meşaleyan amade bikin, wê şahiya me jî ew çend xweştir bibe.”

Her sal li Akreyê ji aliyê heşt komên ciwan ên xwebexş ve meşale têne amadekirin. Li gor serperiştên van koman, îsal ji bo pîrozbahiya Newroza Akreyê zêdetirî 1500 meşale hatine amadekirin.

Serperiştê pîrozbahiya Newroza Akreyê Nêçîrvan Kamîran ragihand ku wan ji bo îsal 1500 meşale amade kirine û got ku “Îsal, me xwe ji salên borî cudatir amade kir.”

Wê êvara 20ê Adarê, ev meşale ji aliyê bi sedan ciwanên xwebexş û geştiyaran ve ber bi bilindahiyên çiyayê Akreyê ve bêne hilgirtin ku dîmeneke xweş û bêhempa dide Newroza Akreyê.