Çiyagerên Rojhilatê Kurdistanê ji bo vegerandina navên resen ên Çiyayên Kurdistanê çalakî li dar xistin

26 December 2021 13:51 0 dîtin
Çiyagerên Rojhilatê Kurdistanê ji bo vegerandina navên resen ên Çiyayên Kurdistanê çalakî li dar xistin

PeyamaKurd - Hejmarek çiyagerên Rojhilatê Kurdistanê bi armanca parastina navên Kurdî yên çiyayên Kurdistanê, ji bo navên resen ên Çiyayên Kurdistanê bêne vegerandin çalakî dan destpêkirin.

Çiyagerên bajarê Bokan ê Rojhilatê Kurdistanê hilkişiyan ser çiyayê Bêjîng ê di navbera Mihabad û Bokanê de û navên Kurdî yên wan çiyayan di tabloyekê de li ser dimikê wî çiyayî danîn.

Hêjayî bibîrxistinê ye rejîma Îranê jî wekî Tirkiyê, navên gelek çiya û gundên Rojhilatê Kurdistanê ji bo asmîlekirina nasname û reseniya kêmîneyên netewî guherandine.