Copernicus: Havîna 2024an bû germtirîn demsala tomarkirî

06 September 2024 12:35
Copernicus: Havîna 2024an bû germtirîn demsala tomarkirî

PeyamaKurd - Yekîtiya Ewropayê (YE) ragihand ku havîna 2024an, bûye germtirîn havîna ku hatiye tomarkirin.

Saziya Çavdêriya Avûhewayê ya YEyê Copernicus, ragihand ku ji dema ku tomarkirina germahiyê destpêkiriye heta niha, havîna 2024an wek havîna herî germ a dîrokê hatiye tomarkirin.

Copernicusê bi daxuyaniyeke nivîskî ji raya giştî re da zanîn ku germahiya havîna 2024an, rekora germahiya herî zêde ya 2022yan jî derbaz kiriye û bûye germtirîn havîn.

Di daxuyaniya Copernicusê de meha Tebaxa havîna îsal jî wek germtirîn meh hate destnîşankirin.

Li gorî Copernicusê di heyama 14 mehan de, meha Tebaxê bûye meha 13mîn a ku tê de germahiya navîna gerdûnî ji asta beriya pîşesaziyê 1,5 pile derbaz kiriye.

2024 dibe ku sala herî germ a tomarkirî be

Germahiya hewayê ya gerdûnî ya îsal heya niha 0,7 pileya Celsius ji navîneya 1991-2020-an zêdetir bûye. Ev asta herî bilind a hatiye tomarkirin e.

Ji ber vê yekê, li gorî Xizmeta Guhertina Avûhewa ya Copernicusê, eger e ku 2024 bibe sala herî germ a li seranserê cîhanê.